Nêçîrvan Barzanî bîranîna destana azadkirina Kobanî li gelê Kurdistanê pîroz dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya roja rizgarkirina Kobanî peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya roja rizgarkirina Kobanî peyamek belav kir û tê de ragihand, Bîranîna destana azadkirina Kobanî li tevaya gelê Kurdistanê û li hemû azadîxwazên cîhanê pîroz dikim.

Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya roja rizgarkirina Kobaniyê peyamek li twittera xwe belav kir û tê de nivîsî: “Bîranîna destana azadkirina Kobanî li tevaya gelê Kurdistanê û li hemû azadîxwazên cîhanê pîroz dikim. Di vê bîranînê de em serê xwe li ber canê paqij ê şehîdan ditewînin, bi rêz û wefadarî wan bi bîr tînin. Spasiya hêzên Hevpeymanan dikin ku di şerê li dijî terorê de alîkar bûn.”

Dema çekdarên DAIŞê di Îlona 2014an de êrîşî ser herêma Kobaniyê kir, hêzên Pêşmerge li ser fermana Serok Mesûd Barzanî ji Herêma Kurdistanê û di bakurê Kurdistanê re derbasî Kobaniyê bûn û hêzên kurdî 26ê Çile rizgarkirina Kobaniyê ragihandin.