Nêçîrvan Barzanî derbarê du fîlman de daxwaza helwestê ji Îranê dike
Serokê Herêma Kurdistanê daxwaza helwesta Îranê li hember du fîlmên Îranê dike ku bûne sedema birîndarkirina hestên gelê Kurdistanê.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de dilgiraniya xwe li hember berhemanîna du fîlman ji aliyê ajansa “Fars” ve nîşan da û daxwaza helwesteke guncaw ji Komara Îslamî ya Îranê li hember wan her du filman kir ku bûne sedema birîndarkirina hestên gelê Kurdistanê.
Serokê Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand, “Di van demên dawî de Ajansa Nûçeyan a Fars li Îranê bi berhemanîna du filman li ser Hewlêr û Pêşmerge û şerê DAIŞê, hewl daye rastiyê bişêwîne û sivikiyê bi Pêşmerge û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê bike û xweragiriya gelê Kurdistanê veşêre.”
Di beşeke din de Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Hevkariya Îranê bi Herêma Kurdistanê re di dema şerê DAIŞê de, pêwendiyên di navbera me de bi hêztir kir. Ew ajansa fermî ya Komara Îslamî ya Îranê bi wî karî hewl dide zirarê bide pêwendî û dostaniya me. Ev kar, giyanê şehîdan naşad dike ku di wan rojan de di yek sengerê de li hember DAIŞê şehîd bûn.”
Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike: “Piştgîriya Komara Îslamî ya Îranê di dema dijwar de ji bo xelk û aliyên Herêma Kurdistanê û ji destpêka şerê DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê cihê spasiyê ye û Herêma Kurdistanê di wê de bi zelalî ew ew yek ragihand.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat jî, “Her wek çawa ku hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û bi taybet hevkariya Amerîka bi bandor bû, herwiha hevkariyên welatên Ewropa û navçeyê û bi heman awayî hevkariyên partiyên Kurdistanî jî di rojên destpêkê yên êrîşa DAIŞê li Kurdistanê ji bîr nakin.”
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand jî, “Hevkarîkirina ligel Pêşmerge bi çek û teqemenî ji aliyê Îranê ve û pişt re hevkarîya berfireh ya hevpeymaniyê gelek girîng bû ji ber ku rê nehate dayîn hikûmeta Herêma Kurdistanê çek ji derve bikire û hikûmeta Îraqê çekên Pêşmerge neda û Hêzên pêşmerge bi çekên gelek sade li dijî hovîtî û çekên pêşkeftî yên DAIŞ'ê rawestiyabû.”
Amaje bi wê jî da “Di dema êrîş û şerên DAIŞ'ê de hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi ferman û ezmûna çend salên têkoşîna Pêşmergatiya Serok Mesûd Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, êrîşên DAIŞê li ser erdê rawestandin û hêza DAIŞa li deverê şikand. Ev yek jî şikestina hêza tarîperest bû ku gef bû li hemû welatên herêmê û azadî û ewlehiya tevahiya cîhanê.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat: “Herêma Kurdistanê ku herdem bûye cihê pêkvejiyana aştiyane ya netewe û olên cuda, careke din bûye penageha parastina koçber û penaberên ji hemû netewe û olan. Ew jî bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, xelkê Kurdistanê, rêxistinên navxweyî û cîhanî, li pêş wan hemûyan jî ew di saya berevaniya bihêz a Pêşmerge bû.”
Diyar kir jî: “Em van herdu filman wek sivikkirina bi xweragiriya gelê Kurdistanê û serkirdatiya Herêma Kurdistanê dibînin û herwiha sivikkirina bi qehremaniya Pêşmerge û xwîna şehîdên Kurdistanê jî dizanin.”
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, “Di rastiyê de, em ti sûdê ji berhemanîna fîlmên astemnizim û yên dûr ji rastiyê bi vî awayî nabînin, ji bilî ku hewlek e ji bo têkdana hevkariya herêmê û dirustkirina nakokiya di navbera welatên dost ên li herêmê de. Ji ber wê, di rewangeha hebûna pêwendîyên dostane û hevkariyên dîrokî ligel Komara Îslamî ya Îranê de, daxwaza helwesteke guncaw ji Komara Îslamî ya Îranê hember wan her du filman dikin ku bûye sedema birîndarkirina hestên gelê Kurdistanê.”