Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê 26 milyon kesî derbas kir

Heta niha li Amerîkayê zêdetirî 435 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Amerîka
Amerîka

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê (Covid-19) roj bi roj zêdetir dibe û heta niha li Amerîkayê zêdetirî 435 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawî yên Koronayê, bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê li Amerîkayê gihiştiye 26 milyon û 11 hezar û 222 kesan.

Herwiha heta niha li Amerîkayê 435 hezar û 452 kesên pêketiyên vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane û 15 milyon û 767 hezar û 413 kesên pêketî jî baş bûne.