Partiya Însan û Azadî 2 sal in li benda damezrandina fermî ye

Partiya Însan û Azadî li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku ev 2 sal in pêvajoya damezirandina wan ji ber astengikirinê bi dawî nabe.

Partiya Însan û Azadî li Diyarbekirê civîneke çapemeniyê li dar xist
Partiya Însan û Azadî li Diyarbekirê civîneke çapemeniyê li dar xist

Diyarbekir (K24) - Partiya Însan û Azadî li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku ev 2 sal in pêvajoya damezirandina wan ji ber astengikirinê bi dawî nabe. Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî Ahmet Kaya dibêje ew dest ji damezirandina partiya xwe bernadin û bi awayeke nehiquqî partiya wan tê astengkirin.

Partiya Însan û Azadî ku 2 sal in dest bi xebatên xwe kirine hîn jî bi awayeke fermî damezirandina xwe temam nekiriye.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî Ahmet Kaya derbarê mijarê de diyar kir ku wan destpêkê daxwaznameya xwe pêşkêşî Wezareta Karên Navxweyî kirine lê nehatiye standin û ji wan re hatiye gotin ku bi postayê daxwaznameya xwe rêkin û wan jî bi postayê şandiye û nivîsa wergirtina daxwaznameyê ji wan re hat şandin. Lê encama ji wan re nehat aşkerekirin, li ser vê yekê wan serî li dadgehê daye.

Li ser vê yekê wezaretê 2 bersiv dane wan di bersivên bi navê Suleyman Soylu hatîn dayîn de pêşî gotin, rêziknameya partiye dijî makezagonê ye, bersiva duyem de jî gotin divê hûn daxwaznameyê ji dest bidin û bi postayê nabe.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî Ahmet Kaya dibêje bi awayekî nehiqûqî damezirandina partiyê tê astengkirin û ew dest ji partiya xwe bernadin.

Ahmet Kaya da zanîn ku derbarê mijarê de wan xwestiye bi partiyan re hevdîtin bikin lê Ak Partî û CHP randevu nedane û rexne li helwesta opozîsyona sereke CHPê kir.

Fly Erbil Advertisment