Hêmin Hewramî: Herêma Kurdistanê ti hincetek ji Iraqê re nehiştiye

Cîgirê Serokê Parlamnetoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand; ew piştevaniya rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dikin.

Cîgirê Serokê Parlamnetoya Kurdistanê Hêmin Hewramî
Cîgirê Serokê Parlamnetoya Kurdistanê Hêmin Hewramî

Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokê Parlamnetoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand; ew piştevaniya rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dikin û destnîşan dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê rêkeftinê de ti hincetek ji hikûmeta Iraqê re nehiştiye.

Hêmin Hewramî ji kanalên ragihandinê re diyar kir: “Civînên niha yên şanda Hikûmeta Herêmê li Bexdayê zêdetir ligel Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ye li ser projeyasaya budceyê û para Herêma Kurdistanê. Em piştevaniya reşnivîsa projeyasayê dikin ku ji hikûmetê çûye parlamentoyê, lê belê hevkêşeya li nav parlamentoyê aloztir e û hewla guhertinê hatiye dayîn, kêşe bêhtir li ser madeya 11 ye ku behsa radestkirina dosyeya petrolê dike, lê em tekez dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti hincetek ji parlamento û hikûmeta Iraqê re nehiştiye, ku para budceya Herêma Kurdistanê neşînin.”

Hewramî destnîşan kir: “Tiştê ku em dibînin, arasteyekî tund li nav Parlamentoya Iraqê heye û niyeta wan rêkeftin nîne, loma astengan dixin ber danûstandinan.”

Cîgirê Serokê Parlamnetoya Kurdistanê Hêmin Hewramî tekez kir: “Niyeta Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê ew e ku ligel hikûmeta Iraqê li hev bikin, hemû hewldan ji bo wê yekê ne ku ti hincetek nemîne, da ku şandina heqên darayî yên Herêma Kurdistanê asteng nekin.”

Herwiha eşkere kir: “Eger pêwîst bike, şandeke siyasî ya Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike.”

Fly Erbil Advertisment