Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Wezîrê Derve yê nû yê Amerîka dike
Mesrûr Barzanî: Kêfxweş im ku bi hev re kar ji bo bihêzkirina pêwendiyan steratejîk yên di navbera Amerîka, Kurdistan û Îraqê de bikin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li destbikarbûna Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li twittera xwe peyameke pîrozbahiyê arasteyî Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken kir û nivîsî: “Bi boneya wergirtina baweriyê wek wezîrê nû yê derve ya Amerîka pîrozbahiyê li we û kêfxweş im ku bi hev re kar ji bo bihêzkirina pêwendiyan steratejîk yên di navbera Amerîka, Kurdistan û Îraqê de bikin û bi hevre kar bikin ji bo çespandina aramiyê li navçeyê.”
Blinken duhî roja Sêşemê bi piraniya dengên Kongressa Amerîka wek wezîrê nû yê derve yê Amerîkî bawerî pê hate dayîn. Blinken diplomatkarê bi ezmûn ê Amerîkayî ye û di rêveberiya Obama de jî cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka bû û çend caran serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi serkirdatiya Herêma Kurdistanê re civiyabû.