Li Tirkiye û Bakur 126 bergumanên DAIŞê hatin desteserkirin
Serdozgeriya Balîkesîrê di çarçoveya lêpirsînekê de biryara binçavkirina 148 bergumanan da.
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi operasyonên hevdem, li 58 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 126 kes bi tometên endamtiya DAIŞê hatin desteserkirin.
Serdozgeriya Balîkesîrê di çarçoveya lêpirsînekê de biryara binçavkirina 148 bergumanan da. Hêzên Ewlekariya Tirkiyeyê bi fermana serdozgeriyê bi operasyonên hevdem êriş birin ser gelek mal û navnîşanan.
Di encamê de 126 kes hatin binçavkirin ku bi alîkarîkirin û endamtiya DAIŞê tên tometbarkirin.
Bo binçavkirina 22 kesên din operasyon berdewam in.