10 çekdarên DAIŞê li Kerkûkê hatin kuştin

Di êrişeke asmanî ya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî de, li parêzgeha Kerkûkê 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî
Firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrişeke asmanî ya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî de, li parêzgeha Kerkûkê 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê belav kir, di êrîşeke asmanî ya Hevpeymanan li ser çend veşargehên çekdarên DAIŞê de li navçeya Tamor li parêzgeha Kerkûkê, 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku 3 ji wan berpirsên bilind ên DAIŞê bûn.

Ji aliyekî din ve, li sînorê Fermandariya Operasyona Cizîrê 7 veşargeh hatin îmhakirin û piştîneyeke bombebarkirî hate pûçkirin.

Her di derbarê kiryarên DAIŞê de, Berdevkê Ajansa Dijeterorê ya Iraqê Sebah Noman diyar kir, DAIŞ têk çûye, lê bi dawî nebûye.

Got jî, ji sala borî ve ajansa wan bi piştbestin bi zanyariyên hewlagîriyê, çend operasyon encam dane û karîn çendîn êrîşên teroristî pûç bikin.