Blinken: Berî Amerîka, divê Îran vegere rêkeftina nukleerî cibicî bike
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ragihand, divê Îran vegere xalên rêkeftina nukleerî cibicî bike, berî ku Amerîka vegere gaveke wiha bavêje.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ragihand, divê Îran vegere xalên rêkeftina nukleerî cibicî bike, berî ku Amerîka vegere gaveke wiha bavêje.
Di yekem daxuyaniyên xwe derbarê Îranê de, Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken tekezî li ser helwesta Serokê Amerîka Joe Biden kir û ragihand, heger Îran vegere bi temamî pabendî rêkeftina nukleerî bibe, Amerîka jî dê vegere heman karî bike.
Blinken got: Eger Îran vegere pabendî rêkeftinê, Washington dê hewl bide ku "rêkeftineke dirêjtir û bihêztir" ava bike û pirsgirêkên din yên "pir zehmet" jî çareser bike.
Blinken pirsgirêkên din yên "pir zehmet" diyar nekirin çi ne, lê pêştir Biden gotibû ew derbarê pêşxistina Îranê yên mûşekên Ballistic û piştevanîkirin hêzên çekdar li Iraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê ne.
Ev daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîka di demekê ye, berî niha Tehranê gotibû ew ê vegere peymana nukleerî, heger Washington erkên xwe cibicî bike û got, ''Mijarên mûşekan û mijarên herêmî, nebûn û dê ne bibin beşek ji rêkeftina nukleerî.''
Rêkeftin û protokolek di navbera Îran û endamên herdemî yên li Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî (Rûsya, Brîtanya, Çîn, Amerîka, Fransa) û Almanyayê di sala 2015an de hatibû îmzekirin, bi mebesta rê li ber pêşxistina bernameya nukleerî ya Îranê bigrin.
Amerîkayê di Gulana 2018an de vekişîna xwe ji rêkeftina nukleerî ya Îranê, bi fermî ragihand.