Serok Barzanî û Balyozê Amerîka li Iraqê rewşa navçeyê guftûgo dikin
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew H. Tueller û şandeke ligel wî kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew H. Tueller û şandeke ligel wî kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiyên xwe yên ji bo destbikarbûna îdareya nû ya Amerîka bi Balyozê wî welatî gihand û hêviya berfirehtirbûna peywendiyên di navbera her du aliyan xwest.
Her di vê hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê tekez li ser berdewamî û hemahengiya di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê û her wiha palpiştîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.
Rewşa siyasî û guhertinên dawî yên navçeyê û pêwendiyên Hewlêr û Bexda mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.