Li Bakur û Tirkiyê 129 kesên din bi Koronayê mirin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa oronayê 129 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa oronayê 129 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 25 hezar û 605 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 28ê Çileyê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 7 hezar û 279 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 670 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 457 hezar û 118 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 8 hezar û 902 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 340 hezar û 216 kesan.