Li Silêmaniyê teqe li baregeha PDKê hat kirin!

Nêzîkî 20 gulle li baregehê hatin berdan

Silêmanî (K24) – Li Silêmaniyê vê sibê ji aliyê çend kesên nenas ve, gulle li baregeha navçeya 1 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatin berdan.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ji Silêmaniyê ragihand: “Vê sibê di demjimêr 06:13ê de gulle li baregeha navçeya 1 a Partita Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Silêmaniyê hatin berdan.”

Jêderekî agahdar, ji Kurdistan24ê re ragihand: “Bi otomobîleke cûreya Toyata Land Cruiser, nêzîkî 20 gulle li baregehê hatin berdan.”

Herwiha eşkere kir ku tenê zirarên madî derketiye û zirar negihiştiye canê ti kesî.