Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber Koronayê gihişt 447 hezar û 459 kesan
Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê (Covid-19) her roj zêdetir dibe .
Navenda Nûçeyan (K24) - Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê (Covid-19) her roj zêdetir dibe û heta niha li Amerîkayç 447 hezar û 459 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor amarên dawî yên îro 30yê Çileya 2021ê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Amerîkayê gihişt 26 milyon û 512 kesan.
Herwiha heta niha li Amerîkayê 447 hezar û 459 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 16 milyon û 199 hezar û 672 kes jî ji vê vîrusê rizgar bûne.