Li Herêma Kurdistanê amarên herî dawî yên Covid-19ê
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 48 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 48 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 48 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 36 kes li Duhokê û 3 kes jî li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand; kesekî li Duhokê ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest daye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 535 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 51 kes li Hewlêrê, 174 kes li Silêmaniyê, 272 kes li Duhokê, 22 kes li Raperînê û 16 kes li Germiyanê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 106028
Mirin: 3468
Başbûn: 98378
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.