Li Rojavayê Kurdistanê 13 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 13 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 13 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 13 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 2 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 1 kes li Girkê Legê, 3 kes li Tebqayê û 1 kes li Dêrezorê û 3 kes li Minbicê ne.
Herwiha hat eşkere kirin ku 2 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8476 kesan, ji wan 1212 kes baş bûne û 296 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.