Li 17 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nifşê nû yê Koronayê belav bûye
Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê da xuyakirin, li 17 bajaran nifşê nû yê vîrusa Koronayê hatiye tomarkirin.
Hewlêr (K24) - Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê da xuyakirin, li 17 bajaran cûreya nû ya vîrusa Koronayê hatiye tomarkirin. Endamekî Desteya Zanistî jî dibêje, egera serhildana pêla sêyemîn ya koronayê heye.
Li Tirkiyê hê vîrusa yekemîn ya Koronayê nehatiye kontrolkirin, vîrusa duyem jî bi awayekî lezgîn belav dibe. Wezîrê Tendirustiya Tirkiyeyê da xuyakirin, li 17 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 128 pêketiyên vîrusa nû ya Koronayê hatine tomarkirin.
Li aliyê din jî, proseya vaksînkirina karmendên tendirustî û bi temenan jî didome. Piştî vaksînkirina kesên jor 85 û 95 salan, vaksînkirina 75 salan jî berdewam e.
Endamekî Desteya Zanistiya Tirkiyeyê hişyariya serhildana pêla sêyemîn ya koronayê dide.
Doç. Dr. Afşîn Emre Kayipmaz dibêje: "Em di zivistanê de, bi taybetî mehên Çile, Sibat û Adarê çiqas pabendî rênimayan bibin, çiqas zêdetir vaksîn bê kirin, mehên Hezîran û Tîrmehê dê ji niha baştir derbas bibin. Dibe ku payîzê vîruseke din jî derkeve. Lê êdî em rê û rêbazên bergiriyê dizanin. Niha bergirî zêde ne û tengezariyên me nînin. Lê eger sistbûn hebe dibe dîsa hejmara pêketin zêde bibe û em rûbirûyê pêla sêyem bibin. Ji xwe di rojên dawî de hejmara pêketiyan zêde dibe."
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, bi armanca rêgirtina belavbûn vayrosa koronayê, rojên şemî û yekşemê derketina derve qedexe ye. Herwiha hemû rojan, demjimêr nehê êvarê heta pêncê sibehê jî qedexe berdewam dibe.
Li gor pisporan, her çend ji ber nepabenbûna qedexeyan sizayên giran tên birîn jî, taybet di nav ciwanan de asta pabendbûnê kêm e.