Li Efrînê teqîn.. Kuştî û birîndar hene

Li nava bajarê Efînê teqîneke bihêz rû da û kuştî û birîndar hene.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li nava bajarê Efrînê teqîneke bihêz rû da û kuştî û birîndar hene.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re got, teqîneke bihêz bi riya otomobîleke bombekirî li nava herêma pîşesazî ya Efrînê rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Wî jêderî da zanîn, hejmare ji ambulansan gihîştin cihê teqînê û kuştî û birîndar veguhastin nexweşxaneyan.

Li gor zanyariyên destpêkê, di teqînê de 5 kes hatine kuştin û zêdetir ji 10 kesan birîndar bûne. Birînên hinan giran e.

Li herêmên Rojavayê Kurdistanê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ser bi wê ve hatine dagîrkirin, her caran teqîn çêdibin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.