Li Qamişlo Kongreyek li binpêkirinên mafên mirvan li Efrînê hat girêdan

Li Qamişlo Kongreya Yasayî ya Duyemîn li ser Binpêkirinên Mafên Mirovan li Efrînê hat girêdan.

Kongreya Yasayî ya Duyemîn ya Derbarê Binpêkirinên Mafên Mirovan li Efrînê
Kongreya Yasayî ya Duyemîn ya Derbarê Binpêkirinên Mafên Mirovan li Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Qamişlo derbarê tawan û binpêkirinên ku artêşa Tirkiyê û çekarên ser bi wê ve li Efrînê tên kirin, Kongreya Yasayî ya Duyemîn Derbarê Binpêkirinên Mafên Mirovan li Efrînê hat girêdan.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, kongre ji aliyê saziyên mirovî û civaka sivîl li bajarê Qamişlo tê girêdan û tê de binpêkirinên mafên mirovan ên li Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve tên kirin, hatin guftûgokirin.

Diyar kir jî, di kongreyê raportên saziyên beşdar tên xwendin û hin kesên rastî binpêkirinan hatine jî beşdarî kongreyê bûn û li ser binpêkirinên di derheqê wan de hatin kirin axivîn.

Ji aliyê xwe ve, Berpirsa Saziya Mafên Mirovan Evîna Cuma ji K24ê re got: Her diçe binpêkirinên mafên mirovan, girtin û revandina welatiyan, koçberî û binpêkirinên din ên cuda zêde dibin. Lê heta niha civaka navdewletî derbarê wan binpêkirinan de bêdeng e.

Got jî: “Em belgeyan kom dikin û binpêkirinan belge dikin, ji bo bikarin bi rengê yasayî mikurhatineke navdewletî bi dagîrkirina Efrînê re çêbibe.