Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe diçe Bexdayê
Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi armanca berdewamiya guftûgoyên derbarê çareserkirina pirsgirêkên petrolê û pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya sala 2021an, sibe diçe Bexdayê.
Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi armanca berdewamiya guftûgoyên derbarê çareserkirina pirsgirêkên petrolê û pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya sala 2021an, sibe diçe Bexdayê.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ji K24ê re ragihand, sibe Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî diçe Bexdayê û ligel berpirsên hikûmeta Iraqê û Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê guftûgoyan derbarê pirsa petrolê û pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya sala 2021an de dike.
Hefteya borî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyabû û di civînê de dawî pêşhat û proseya danûstandinan ligel hikûmeta federalî hatin pêşkêşkirin.