Desthilatdarên Kerkûkê dest bi hilmeta girtina Kurdan kirine

Dused malbatên Kurd li taxa Erefa ya Kerkûkê gefa derkirinê li wan tê xwarin û hêzên ewlekariyê beşek jin û mêran binçav kirine.

Kerkûk (K24) – Dused malbatên Kurd li taxa Erefa ya Kerkûkê gefa derkirinê li wan tê xwarin û hêzên ewlekariyê beşek jin û mêran binçav kirine. Desthilatdarên Kerkûkê bihaneyê digirin ku cihên wan ser bi kompanyayeke petrolê ve ye. Lê welatî dibêjin, ew biryar tenê ji bo Kurdan e û li Ereb û Tirkmenan li xwe nagire.

Di wê derbarê Alton Rustem ku ji şûna Enfalê mayê û fişara desthildarên Kerkûkê li ser e ji bo ku di kêmtir ji 24 demjimêran de ji mala xwe derkeve dibêje, desthilatdarên vê parêzgehê biryar dane ku wan ji bajêr derbikin. Diyar kir jî ku hêzên ewlehiyê êrîşî mala wê kirine û ew binçav kirine û piştî zêdetirî 12 demjimêran bi kefaleta 12 milyon Dînar serbest hatiye berdan.

Jineke din bi navê Exter Xalid ku hevjîna Pêşmergeyekî ye û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye binçavkirin û niha li zîndanê ye, dibêje rê nadin wê ku hevjînê xwe bibîne û merçê berdana wî, derketina wî ji mala wî dane.

Ev di demekê de ye, piraniya wan malbatan Kurd in û xwedî şehîd û endalkiriyan in. Ew zêdetir ji 200 malbatî ne û ji wan tê xwast in ku ji malên xwe derkevin. Desthilatdarên Kerkûkê bihaneyê digirin ku cihên wan ser bi kompanyayeke petrolê ve ye. Lê welatî dibêjin, ew biryar tenê ji bo Kurdan e û li Ereb û Tirkmenan li xwe nagire.

Piştî bûyera 16'ê Cotmehê gelek taxên zêde ji bo Ereban li ser milkên giştî hatine avakirin û bi piştgiriya rêveberiya li ser Kerkûkê hatiye sepandin, lê ji bo Kurdan qedexe ye û ew bacên giran didin.