34 sal di ser koça dawiyê ya Îdrîs Barzanî re derbas dibin

Dema rûpelên dîrokê tên vekirin û behsa kesê bi bandor û hêz di dîroka Kurdan de tê kirin, divê navê Îdrîs Barzanî di yek ji wan rûpelan de were dîtin.

Navenda Nûçeyan (K24) – 34 sal di ser koça dawiyê ya endezyarê aştiyê Îdrîs Barzanî re derbas dibin. Dema rûpelên dîrokê tên vekirin û behsa kesê bi bandor û hêz di dîroka Kurdan de tê kirin, divê navê Îdrîs Barzanî di yek ji wan rûpelan de were dîtin. Heval û hevsengerên Îdrîs Barzanî wî bi endezyarê hewldanên yekrêziya gelê Kurd bi nav dikin.

Îdrîs Barzanî di Adara 1944an de li navçeya Barzanî di hembêza malbatekê de ji dayik bû, ku çavkaniya dîroka Kurdistanê amaje pê tê kirin, “Ji destpêka sedsala 20emîn de bûbû mala mezin ya Kurdeyatiyê û sembola neteweyî û rûgeha têkoşerên Kurd.”

null

Îdrîs Barzanî temenê wî gihêşt du saliyê, bavê wî Mistefa Barzanî bi mebesta piştevaniyê li Komara Kurdistanê li Mehabadê berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê.

Di temenê 6 saliyê de Idrîs Barzanî li bajarê Kerbelayê bo yekem car çû ber xwendinê û heta rûxandina desthilata Padşahiyê li Iraqê û hatina Komariyê bi rêbertiya Ebdulkerîm Qasim di sala 1958an de, Îdrîs Barzanî bavê xwe nedît, lê di wê sale de Mistefa Barzanî û hevalên xwe ji Sovyêtê vegeriyan û piştî demeke dirêj ji dûrbûnê malbata wî pê şa bûn.

null

Li gor nivîsên Partiya Demokrat a Kurdistanê, piştî vegera Mistefa Barzanî ji Sovyêtê û serîhildana şoreşa Îlonê di sala 1961an de, Îdrîs Barzanî ji Pêşmergeyên yekem bû ku pêwendî bi rêza şoreşê kir û çek hilgirt û mil bi milê Pêşmergeyan beşdarî di destanên serkeftinên şoreşê de kir.

Îdrîs Barzanî di şoreşê de çendîn serkeftinên mezin tomar kirin, ku di destana Çiyayê Hindirîn de di meha Gulana 1966an de encam da û tê de hêza Pêşmerge karî li hember firqe û lîwayên artêşa Iraqê

null

Piştî 9 salan ji Pêşmergayetiyê û beşdarbûna di şoreşa Îlonê de, di meha Hizêrana 1970î de di kongreya 8emîn a Partiya Demokrata Kurdistanê de, bo yekem car Îdrîs Barzanî bû endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)

Îdrîs Barzanî di dîroka tevgera rizgarîxwaza netewî de bi endezyarê lihevhatina niştimanî hate binavkirin û di heman demê di neydana siyasî ya Iraqî de wek kesayetiyekî diyar û bi bandor tê hejmartin.

null

Roja 31ê Çileya 1987ê, li gundê Sîlwana ya ser bi bajarê Urmiyê, Îdrîs Barzanî koça dawî kir û li goristana Şino li tenişt bavê xwe Mele Mistefa hate veşartin. Piştî raperîna 1991ê, li ser daxwaza serkirdetiya PDKê termê Mele Mistefa û Îdrîs Barzanî bo Başûrê Kurdistanê hatin veguhastin û li gundê Barzanê bi axê hatin spartin.