Çekdaran 4 kesên ji gundekî Efrînê revandin
Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, 4 welatiyên Efrînê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, 4 welatiyên Efrînê revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpên çekdar bi ser gundê Şorbe yê li navçeya Mabata de girtin û 4 welatiyên kurd revandin.
Kesên hatine revandin navên wan wiha ne: Husên Mistefa Mamo, Elî Omer, Rêber Mistefa Cafer û Siyamend Wehîd Cafer.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di meha Adara 2018an de û li gor amarên çalakvanan, heta niha nêzîkî 7 hezar kes li Efrînê ji aliyê çekdaran ve hatine revandin.
Çalakvanên Efrînê dibêjin, yek ji armancên revandina welatiyan têkdana rewşa ewlehiyê ew e, xelkê Efrînê neçar bibin dest ji xwe berdin û koçber bibin û grûpêna çekdaran koçberên ereb li şûna wan bi cih bikin û prseya guhartina demografî bibin serî.
Duhî jî otomobîleke bombekirî li nava herêma pîşesazî ya Efrînê hatibû teqndin û di encamê de 6 kesên sivîl hatin kuştin û zêdetir ji 20 kesan birîndar bûbûn.