Biryara derkirina 200 malbatên kurdên Kerkûkê hat rawestandin
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê radigihîne, biryara derxistina 200 malbatên kurd ên Kerkûkê ji malên wan hat rawestandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê radigihîne, biryara derxistina 200 malbatên kurd ên Kerkûkê ji malên wan hat rawestandin.
Di çend rojên bûrî de hêzên ewlekariyên yên Kerkûkê gef li 200 malbatên Kurd ên taxa Erefa ya Kerkûkê dixwarin, ji bo ku ji malên xwe derkevin. Hêzên ewlehiyê bihane digirtin ku ew cih ser bi kompanyayeke petrolê ve ye û hejmarek jin û mêr jî girtibûn.
Di wê derbarê de Cîgirê Serokê Parlamentoya Beşîr Hedad îro ji K24ê re ragihand, ew bi kompanyaya petrolê re axivîne û jê re gotine ku nabe ew malbatên kurd ji malên xwe derkevin, heger neyin qerebûkirin.
Beşîr Hedad tekez kir jî, wan hemû rêkarên derxistina malbatan rawestandine û ew ji malên xwe dernakevin.