Li Ezazê teqîn.. Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê teqîneke bihêz rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Teqîna Ezazê
Teqîna Ezazê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê teqîneke bihêz rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Medyaya opozîsyona Sûriyê belav kir, li bajarê Ezazê teqînek bi riya otomobîleke bombekirî li nêzîkî Navenda Çandî rû da.

Li gor zanyariyên destpêkê, di teqînê de 2 kes hatin kuştin û dora 20 kesan jî birîndar bûne.

Bajarê Ezazê 15 k.m li rojhilatê Efrînê ye û di destê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike de ye.

Ev teqîn di demekê de ye, duhî li herêma Pîşesazî ya Efrînê teqîneke bihêz rû de û di encamê de 5 kes hatin kuştin û zêdetir ji 20 kesan birîndar bûbûn.

Li herêmên ku di destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ser bi wê ve de ne, rewşa ewlehiyê gelekî xirap e û her caran teqîn çêdibin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.