Li Rojavayê Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 14 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê
Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 14 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 14 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 1 kes li Hesekê, 1 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrikê, 1 kes li Cil Axa, 7 kes li Reqayê, 2 kes li Tebqayê ne.

Herwiha hat eşkere kirin ku 4 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8490 kesan, ji wan 1216 kes baş bûne û 296 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.