Brîtanya tekezî li piştgiriya Herêma Kurdistanê û Pêşmerge dike
Serok Mesûd Barzanî îro duşemê 1ê Sibata 2021ê li Selahedîn pêşwaziya Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey û şanda ligel wî kir.
Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro duşemê 1ê Sibata 2021ê li Selahedîn pêşwaziya Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey û şanda ligel wî kir.
Di hevdîtinê de ku Konsolê Brîtanya yê li Hewlêrê James Thornton jî amade bû, rewş û guhertinên siyasiyên dawî yên li Iraq û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan.
Di derbarê kêşeyên di navbera Herêm û Bexdayê de jî her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku pêwîst e kêşe di çarçoveya destûr de û bi rêya diyalogê werin çareserkirin.
Her di vê hevdîtinê de Balyozê Brîtanya yê li Iraqê tekezî li ser berdewamiya welatê xwe ya li palpiştîkirina Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.
.jpg)