Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwazekê ji Wezareta Dadê ya Iraqê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 1ê Sibata 2021ê, pêşwazî li Wezîrê Dadê yê Iraqê Salar Ebdusetar kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 1ê Sibata 2021ê, pêşwazî li Wezîrê Dadê yê Iraqê Salar Ebdusetar kir.

Di hevdîtinê de li ser pêşvebirina hemahengî û alîkariya navbera desthilata dadwerî û dadgehan û dezgehên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê gotûbêj hat kirin, bi taybetî li ser girîngiya hemahengbûna di warê beşdarbûn û amadebûna di civîn û navendên navdewletî de.

Herwiha di hevdîtinê de tekezî li girîngiya rêzgirtina li mafên mirovan û qerebûkirina ziyandîtî û xizmên Enfal û kîmyabaran û wêrankirina bi hezaran gund û bajarokên Kurdistanê ji aliyê rejîma berê ya Iraqê hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz kir ku Wezareta Dadê ya Federalî û dezgehên dadwerî yên Iraqê, rola xwe ya girîng û erênî bilîzin di sînordanîn û rêgirtina wan karên neyasayî de û destdirêjiyên ku bi ser mal û milk û erdên welatiyên Kurd ên li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û ji bo nehiştina siyaseta guhertina demografiya wan deveran, bixebitin.