Li Herêma Kurdistanê 2 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 107 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî canê xwe ji dest daye.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 107 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 13 kes li Hewlêrê, 44 kes li Silêmaniyê, 45 kes li Duhokê û 5 kes jî li Germiyanê ne.
Wezareta Tendirutiyê ragihand jî; 2 kesan li Duhokê ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest daye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 395 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 106185 kes.
Mirin: 3472 kes.
Başbûn: 99191 kes.
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.