NY: 120 hezar koçberên li bakurê Sûriyê bi karesateke mirovî re rûbirû ne

Netewên Yekgirtî radigihîne, ji ber serma û baranê, rewşa zêdetir ji 120 hezar koçberên ku di kampên bakurê Sûriyê de dijîn bi karesateke mirovî re rûbirû ne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Netewên Yekgirtî radigihîne, ji ber serma û baranê, rewşa zêdetir ji 120 hezar koçberên ku di kampên bakurê Sûriyê de dijîn bi karesateke mirovî re rûbirû ne. û ba û baranê ziyanên mezin gihandine konên wan û beşek ji wan jî têk dane.

Li gorî Berdevkê Ofîsa Netewên Yekgirtî ya Karûbarên Mirovî (Unocha) Jens Lerke, barana zêde û bayê xurt li 300 cihî ziyan gihandiye 21 hezar û 700 konan ku bi deh hezaran mirov tê de dijîn.

Herwiha diyar kir jî, di encama wê têkdana konan, zarokekî canê xwe ji dest dane û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Unocha ev rewş bi karesatê bi nav kir û diyar kir ku karkerên di warê hawarhatinê de kar dikin hewlên mezin didin da ku rêyên bi heriyê û bermayiyan tijî bûne vekin da ku xwe bigihînin mexdûrên vê karesata karesatê.

Larke diyar kir ku pêwîstî bi piştevaniya navdewletî ya bilez heye û ji çend rojan ve bi hezaran kes pêdviyên jiyanê li ser wan qut bûne.

Li gor Unocha ji ber êrîşên rêjîma Sûriyê û firokeyên Rûsyayê, zêdetir ji 2.7 milyon kes ji Idlibê û deverên din ên bakurê Sûriyê koçber bûne.

Ji aliyekî din ve, ji berê êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser Efrînê di 20ê Çileya 2018an de, zêdetir ji 250 hezar Efrînî koçberî herêma Şehbayê bûne û beşek ji wan di kampan de dijîn. Rêjîma Sûriyê jî ji nêzîkî mehekê ve ye ew xistine dorpêçê û rê nade alîkariyên mirovî û sotemenî bigihin wan.