Li Diyarbekirê daxwaz tê kirin welatî bi wekhevî bên vaksînkirin

Jûra Dermansazan a Diyarbekir bang dike ku divê vaksîn bi awayekî dadwerane li welatiyan were belavkirin.

Diyarbekir (K24) – Jûra Dermansazan a Diyarbekir bang dike ku divê vaksîn bi awayekî dadwerane li welatiyan were belavkirin û dibêje mixabin gelek welatên xêzan nekarîne vaksînê dabîn bikin. Her wiha dermansaz dibêjin ew piştgiriya vaksînan dikin û xuya ye ew pêşdaraziya welatiyan a hember vaksînê hêdî hêdî ji holê radibe.

Qonaxa belavkirina vaksînê û vaksînkirina mirovan li cîhanê berdewam e. Derbarê vê pêvajoyê de Jûra Dermansazan a Diyarbekir amaje kir ku divê vaksîn li cîhanê bi awayeke dadwerane were belavkirin û bal kêşand ku Rêxistina Tendirustiyê Ya Cîhanê daye zanîn %75 ê vaksînan ji aliyê 10 welatan ve hatiye kirîn û welatên xêzan nikarin vaksînê bi dest bixin, heta hinek welat hene karine tenê 25 vaksînan bistînin. Serokê Jûra Dermansazên Diyarbekir Mahmut Sert dibêje, mafê her mirovekî ye ku bikare vaksînê bi dest bixe.

Serokê Jûra Dermansazên Diyarbekir Mahmut Sert ji K24ê re got: "Divê ev yek were zanîn ku vaksînkirin dema bi awayekî giştî were kirin dikare pêşî li vîrusê bigire. Bi vaksînkirina takekesan ev pirsgirêk çareser nabe. Bi vaksînkirina civakan çareser dibe. Bila dewletên dewlemend vê yekê baş bizanin. Mafê dewletên paşmayî û xêzan jî heye ku bigihîjin vaksînê. Vaksîn ne tiştek wisa ye ku tenê dewlemend bikaribin bi kar bînin."

Derbarê bikaranîna vaksînê de jî Jura Dermansazan a Diyarbekir amaje kir ku ew piştgiriya pêvajoya vaksînkirinê dikin. Welatiyên Diyarbekir jî wek berê neyînî nêzîkî vaksînê nabin û gelek kesên temenê wan ji 65ê mezintir dibêjin ewê vaksînê li xwe bidin.

Li gorî daneyên Wezareta Tendirustiyê Ya Tirkiyeyê di navbera 14ê Rêbendan û 2yê Sibatê de li Diyarbekirê 26 hezar û 512 welatî hatine vaksînkirin û her wiha li tevahiya Tirkiyeyê jî  2 milyon û 122 hezar û 682 kes hatine vaksînkirin û niha pêvajoya vaksînkirina kesên temenê wan ji 75ê mezintir didome.