Bavê Bêgerd Talebanî koça dawî kir

Bavê Wezîra Çandinî ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî koça dawî kir.

Dilşad Şukrullah Talebanî, bavê Wezîra Çandinî ya Herêma Kurdistanê koça dawî kir
Dilşad Şukrullah Talebanî, bavê Wezîra Çandinî ya Herêma Kurdistanê koça dawî kir

Hewlêr (K24) – Bavê Wezîra Çandinî ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî koça dawî kir.

Dilşad Şukrullah Talebanî, bavê Wezîra Çandinî ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî vê sibê 2yê Sibata 2021ê, koça dawî kir.

Bêgerd Talebanî, dema di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de weke Wezîra Çandiniyê hatibû diyarkirin, ragihandibû ku ew ti car ji çandiniyê dûr neketiye û gotibû ku ew keça cotkarekî asayî ye û li gundê xwe herî zêde ew genim berhem tînin, ev jî tevî wê yekê ku lingekî bavê wî tine ye û astengdar e.

Fly Erbil Advertisment