Joe Biden darbeya leşkerî ya li Myanmarê şermezar kir
Serokê Amerîkayê Joe Biden bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew darbeya leşkerî û desteserkirina siyasetmedarên Myanmarê şermezar dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew darbeya leşkerî û desteserkirina siyasetmedarên Myanmarê şermezar dike.
Joe Biden bal kişande ser wê yekê ku Amerîka ji ber pêşketina demokrasiya li Myanmarê dorpêçên dijî wî welatî rakirine û got ji ber ku ew pêvajo bi şûnde çûye, ewê dorpêçan jinûve binirxînin.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku divê civaka navdewletî bi hev re li ser artêşa Myanmarê zextê çêke ku ew ji desthilatê biçin.
Biden bang li artêşa Mynamarê kir ku siyasetmedarên hatine desteserkirin berdin û tundiya dijî sivîlan rawestînin.
Rêberê Piraniya li Civata Senatoran Chuck Schumer diyar kir ku rêvebiriya Biden amadekariyê dike ku Kongresê ser darbeya li Myanmarê agahdar bike.
Schumer da zanîn ku Kongres bo çareserkirina kêşeya li Myanmarê amade ye ku bi rêvebiriyê re bixebite.
Koşka Spî roja yekşemê diyar kiribû ku Amerîka dijî pûçkirina encamên hilbijartinên Myanmarê ye û dabû zanîn ku ger hewildanên pûçkirinê çêbin ewê dijî berpirsan dest bi xebatê bikin.
Partiya Suu Kyi, Yekîtiya Demokrasiya Neteweyî (NLD), di hilbijartinên Mijdarê de piraniya pêwîst ya ji bo avakirina hikûmetê bi dest xistibû, lê artêşê îdia kiribû ku di hilbijartinan de sextekarî çêbûye û ji hikûmetê xwestibû ku kombûna parlamentoyê paş bixe.