Omêd Xoşnaw ji bo postê Parêzgarê Hewlêrê hatiye kandîdkirin
Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlemantoya Kurdistanê Omêd Xoşnaw ji bo postê Parêzgarê Hewlêrê hatiye kandîdkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlemantoya Kurdistanê Omêd Xoşnaw ji bo postê Parêzgarê Hewlêrê hatiye kandîdkirin.
Jêderekî ku ji Omêd Xoşnaw ve nêzîk e, ev nûçe ji K24ê re piştrast kir û ragihand, Omêd Xoşnaw hatiye kandîdkirin ji bo wek Parêzgarê Hewlêrê yê nû dest bi kar bike.
Kandîdkirina Omêd Xoşnaw bo postê Parêzgarê Hewlêrê piştî wê yekê tê, Parêzgarê Hewlêrê yê berê Firsat Sofî ji ber Koronayê roja 18/11/2020an di temena 42 saliya xwe de koça dawiyê kiribû.