Li Herêma Kurdistanê 2 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê belav kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 54 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî canê xwe ji dest daye.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 54 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 13 kes li Hewlêrê, 13 kes li Silêmaniyê, 24 kes li Duhokê, 1 kes li Helebce û 3 kes jî li Germiyanê ne.
Wezareta Tendirutiyê ragihand jî; 2 kesan li Duhokê ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest daye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 417 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 106239 kes.
Mirin: 3474 kes.
Başbûn: 99608 kes.
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.