Serok Barzanî û Konsolê Ermenîstanê li Hewlêrê dawî pêşhatên siyasî guftûgo dikin

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Konsolê Ermenîstanê li bajarê Hewlêrê Erşak Manokyan kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Konsolê Ermenîstanê li bajarê Hewlêrê Erşak Manokyan kir.

Di hevdîtinê de Konsolê Ermenîstanê li Hewlêr pêzanînên xwe ji bo ked û xebata dîrokiya Serok Barzanî ya bi navê azadî û mafên gelê Kurdistanê hebû û her wiha rola Serok Barzanî li pêkanîna aramî û şerê terorê de bilind nirxand.

Nirxandina rewşa siyasî ya navçeyê mijareke din a vê hevdîtinê bû û her wiha her du alî tekez li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Ermenîstanê de kirin.