Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 5 kesên din revandin
Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, bi armanca standina fidyê ji wan, 5 welatiyên Efrînê revandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, bi armanca standina fidyê ji wan, 5 welatiyên Efrînê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Sultan Murad ji roja 31ê meha bor vî 4 xort gundê Sêmalka yê li navçeya Mabeta revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Navên kesên hatine revandin wiha ne: Ehmed Ebdulrehman Sîdo, Aras Mihemed Yûsif, Şiya Gulgul Sîdo û Yûsif Mihemed Betal.
Diyar kir jî, çekar wan xortan bi tometa ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû tomatbar dikin, ta ku fidyê ji wan bistînin.
Wê rêxistina mafên mirova da zanîn jî, grûpa Polîsa Leşkerî ji roja 26ê meha borî ve, bi armanca standina fidyê welatiyê bi navê Ebdo Henan ji bajarê Efrînê revandiye û heta niha çarenivîsa wî jî ne diyar e.
Di 18ê Adara 2018an de Tirkiye û komên çekdar ên ser bi wê ve, Efrîn dagir kirin. Li gor zanyariyên çalakvanan jî, dora 7 hezar welatiyên kurd li Efrînê hatine revandin û çarenivîsa beşek mezin ji wan hîna ne diyar e.