Şanda Bilind a Herêma Kurdistanê li Bexdayê ligel firaksiyonên PDK û YNKê dicive
Guftûgoyan derbarê danûstandinên ligel parlamento, hikûmet û aliyên Iraqê re dikin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro Şanda Bilind a Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi awayekî cuda ligel fraksiyona PDKê û fraksiyona YNKê bicive û guftûgoyan derbarê danûstandinên ligel parlamento, hikûmet û aliyên Iraqê re bikin.
Parlamenterê Iraqê di fraksiyona PDKê de Diyar Diyab ji K24ê re ragihand, îro berî nîvro Şanda Bilind a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bi awayekî cuda ligel fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicive.
Got jî: “Şanda Bilind a Herêma Kurdistanê û fraksiyona PDKê û YNKê guftûgoyan derbarê danûstandinên şandeyê ligel Komîteya Darayî, hikûmetê û aliyên Iraqî derbarê pişkê Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê de dikin.
Destpêka vê hefteyê Şanda Bilind a Herêma Kurdistanê ji bo danûstandinan derbarê projeyasaya budceya Iraqê ya sala 2021an û dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê çûbû Bexdayê û heta niha çendîn civîn ligel Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê û aliyên siyasî yên Iraqê kirine.