Selahedîn Demîrtaş li Stenbolê tê darizandin
Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş îro li Stenbolê tê darizandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş îro li Stenbolê tê darizandin û hejmareke mezin ji endam û rayedarên HDPê li pêş dadgehê kom bûne.
Peyamnêrê K24ê li Stenbolê da zanîn, îro dadgeha Demîrtaş birêve diçe û bi tometa sivikkirina bi Wezîrê Tirkiyê yê berê Ahmed Davutoglu tê tometbarkirin.
Di wê derbarê de Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ji K24ê re got: “Demîrtaş ji 5 salan ve di zîndanê wekî dîl hatiye girtin. Selahedîn Demîrtaş û hevalên me yên din ji ber ku li hember îqtîdara AKP û MHPê têkoşîn meşandine û misyona xwe ya siyasetê pêk anîne, hatine girtin. Dadgaha Mafên Mirovan a Ewropayê jî ev yek qebûl kiriye.”
Herwiha diyar kir: “Pêvajoya girtina Demîrtaş û hevalên din wek pêngaveke hiqûqî nikare bin nav bike. Dewlet hemû makezagona xwe binpê dikin û hiqûqa navnetewî jî binpê dikin û dibêjin ku em ne neçar in ku biryara Dadgaha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk bînin.”
Destnîşan kir jî: “Ev dadgeh ev doz wek heqaretê vekiriye, em dizanin ku ev ne heqaret e, belkû ev rexneyên siyasî ne. Dema Ahmed Davutoglu Serokwezîr bû, gelek mafên mirovan hatin binpêkirin û şerekî qirêj hate destpêkirin û rola wî jî tê de hebû. Birêz jî rola wî bi awayekî siyasî rexne kiribû.”
Selahattin Demirtaş di 4ê Mijdara 2016an de ligel Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag û 9 parlamenterên din, bi îdiayên weke "damezrandina rêxistinekê bi mebesta tawanê", "endambûna rêxistineke terorê", "endambûna rêxistineke terorê ya çekdarî", hatibû binçavkirin û piştre bo Girtîgeha Cûreya F ya Edîrneyê hatibû şandin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) aşkere kiribû, zindanîkirina Selahatin Demirtaş li dijî pênc madeyên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û divê Demirtaş demildest were berdan.