Li Rojavayê Kurdistanê 26 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 26 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 26 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 26 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 11 kes li Hesekê, 2 kes li Dêrikê, 2 kes li Girkê Legê, 1 kes li Tirbespiyê, 1 kes li Kobanî, 1 kes li Reqayê, 4 kes li Tebqayê û 4 kes li Dêrezorê ne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8516 kesan, ji wan 1216 kes baş bûne û 296 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.