Li Rojavayê Kurdistanê amarên herî dawî yên Koronayê
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 7 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 7 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 7 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 1 kes li Hesekê, 1 kes li Dêrikê, 1 kes li Til Temirê, 1 kes li Reqayê, 1 kes li Tebqayê û 2 kes li Dêrezorê ne.
Herwiha eşekere kir ku 2 kes ji vîrusa Koronayê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8523 kesan, ji wan 1218 kes baş bûne û 296 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.