Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêmê pabendî piştevaniya tûşbûyên penceşêrê ye

Îro Roja Cîhanî ya Tûşbûyên Penceşêrê ye û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê rojê de peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) - Îro Roja Cîhanî ya Tûşbûyên Penceşêrê ye û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê rojê de peyamek belav kir û  tê de hevsozî û piştevaniya xwe ji bo tûşbûyên nexweşiya penceşêrê anî ziman.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ya Twitterê ragihand: “Di Roja Cîhanî ya Penceşêrê de, ez hevsoziya xwe derdibirim ligel ew kesên ji penceşêrê baş bûne û ew kesên hîn jî ligel vê nexweşiyê berxwedanê dikin û ew kesên ji nava me bar kirine. Hikûmeta min pabend e bi alîkariya nexweşên weke Jale û malbata wê.”

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de eşkere kir ku di heyama saleke dawî de mîqdarê zêdetirî 60 milyon dolar li sindoqa penceşêrê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xerc kirine ji bo çavkaniya pêwîst bixine ber destên tîmên bijîşkan bo çareserkirina nexweşiyên penceşêrê.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar dike: “Em dizanin ji bo nexweşên penceşêrê gelek palpiştiyên cûrbicûr pêwîst in. Ji ber vê yekê pêşkeşkirina çareserî di vê navendê de bê beramber e, xizmetguzariyê pêşkeşî xelkê herêmên din ê Iraqê jî dike û di her derfetekê de me palpiştiya darayî jî pêşkêş kiriye.”