Li Tirkiyê 113 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 113 kesan jiyana xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 113 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 26 hezar û 467 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 4ê Sibatê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 7 hezar û 909 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 627 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 508 hezar û 988 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 8 hezar û 815 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 396 hezar û 199 kesan.