Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rewşa dawî ya Koronayê

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 110 kesan jiyana xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 110 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 26 hezar û 577 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 5ê Sibatê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 7 hezar û 901 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 620 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 516 hezar û 889 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 8 hezar û 217 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 404 hezar û 416 kesan.