Li Herêma Kurdistanê 52 kesên din bi Covid-19ê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 52 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 52 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û  kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 52 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 9 kes li Hewlêrê, 11 kes li Silêmaniyê, 30 kes li Duhokê û 2 kes jî li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand; kesekî li Duhokê ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest daye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 468 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 54 kes li Hewlêrê, 74 kes li Silêmaniyê û 340 kes li Duhokê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 106395

Mirin: 3481

Başbûn: 100915

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.