Qubad Talebanî: Daxwazên hikûmeta Iraqê, ne destûrî ne

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand: “Daxwazên Hikûmeta Federalî, ne destûrî ne û Hewlêr dixwaze hemû kêşeyên ligel Bexdayê çareser bike.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî

Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand: “Daxwazên Hikûmeta Federalî, ne destûrî ne û Hewlêr dixwaze hemû kêşeyên ligel Bexdayê çareser bike.”

Qubad Talebanî ji malpera nûçeyan a El Iraqî re axivî û diyar kir: “Herêma Kurdistanê li gor destûrê amade ye hemû pabendiyên ligel hikûmeta federalî cîbicî bike, lê li hember wê, divê Bexda mafên Herêma Kurdistanê bide.”

Malpera nûçeyan a El Iraqî ji Qubad Talebanî pirsyar kiriye; “Gelo hemû çavkaniyên petrola Herêmê, bi yek îdareya ser bi hikûmeta federalî tê girêdan?”, Qubad Talebanî di bersiva xwe de dibêje: “Tiştê ku Wezîrê Petrolê yê Iraqê derbarê girêdana hemû petrola Herêma Kurdistanê bi yek îdareyeke ser bi hikûmeta federalî de axiviye, daxwazeke ne destûrî ye.”

Qubad Talebanî tekez kiriye ku aliyên Iraqî rewşa bajarên naverast û başûrê Iraqê dixin stûyê Herêma Kurdistanê û ev berevajî rastiyan e û dibêje: “Eger kêşeyên Besra û bajarên din bi devjêberdana heqên darayî çareser dibe, Kurdistan amade ye dev ji heqên xwe berde.”

Ev gotinên Qubad Talebanî ku Serokê Şanda Danûstandkar a Herêma Kurdistanê yê li Bexdayê ye, di demeke wisa de ye ku piştî çendîn civînên ligel aliyên Iraqî û Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, Hewlêr û Bexda hê jî li ser budceya giştî ya 2021ê ya Iraqê li hev nekirine, tevî ku Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam tekez dike ku di çarçoveya destûrê de ji bo rêkeftinê amade ye.