Li Rojavayê Kurdistanê 7 haletên nû yên Koronayê hatin tomarkirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê belav kirin.

Nexweşxaneya Gel a Dêrikê
Nexweşxaneya Gel a Dêrikê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 7 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên nû yên vîrûsa Koronayê belav kir û diyar 7 haletên pêketina bi Koronayê hatine tomarkirin, ji wan 3 kes li Hesekê, 1 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 1 kes li Reqayê û 1 kes li Teqbayê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8530 kesan, ji wan 1206 kes baş bûne û 296 kesan jî canê xwe ji dest dane.