Partiyên Kurdistanê piştgiriya diyaloga PYNK û ENKS'ê dikin
Diyaloga Kurdî – Kurdî li Rojavayê Kurdistanê careke din bi hatina tîma nû ya Serokê Amerîka Jeo Biden re dest pê dike.

Hewlêr (K24) – Bi destpêkirina careke din a diyaloga Kurdî – Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di navbera PYNK û ENKSê de, aliyên siyasî yên Kurdistanî dilxweşiya xwe tînin ziman û dibêjin pêwst e kurd li Rojava vê derfetê ji dest nedin û li gor berjewendiya xwe sûdê ji welatên zilhêz werbigrin û bi taybet Amerîka.
Diyaloga Kurdî – Kurdî li Rojavayê Kurdistanê careke din bi hatina tîma nû ya Serokê Amerîka Jeo Biden re dest pê dike. Partiyên Kurdistanî jî piştevaniya xwe ji diyaloga kurdî kurdî re radighînin. Berpirsê Giştî yê Pêwendiyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Başûrê Kurdistanê, piştevaniya xwe ji bo berdewambûna diyaloga Kurdî – Kurdî re li Rojava radighîne û dibêje pêwst e kurd li gor perjewendiyên xwe ligel siyasta serokê nû yê Amrîkayê, danûstandinê bikin û sûdê werbigrin.
Berpirsê Giştî yê Pêwendiyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê Mihemed Salih Qadirî ji K24ê re got: “Nêrîna Biden di dîtingeha berjewendiyên wan digel wî welatî de ye. Pirsa kurd jî di çarçoveya vê dîntegehê de dikare bibe beşek ji hevkêşeya vê siyasetê. Şanseke wiha hebe ku aliyekî navdewletî li gor berjewendiya xwe bixwaze hebûna kurdan wekû sengekê, yan balansa hevkêşeyên xwe ligel aliyekî din bikar bîne, kurd jî bikaribin ji vê delîvê mifayê bistînin, ew bi xwe dikare bi gerentîkarek ji bo vê hewla ku kurd dide. Em wek Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê piştgîriya hebûna her diyalogekê de di navbera hêzên kurdî de dikin.”
Aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê bi berdewambûna diyaloga Kurdî – Kurdî li Rojava dilxweş in.
Endamê Komîta Birêveberiya Navendî ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Nûnerê PAKê Başûrê Kurdistanê Orhan Kaya ji K24ê re got: “Îro li Rojavayê Kurdistanê PYNK û ENKS vê derfetê pêk neyînin, herî kêm li ser bingeha rêkeftina Duhokê pêk neyînin, ev ê ji bo kurdan bibe xewn û belkî 20 yan 100 salên din pêk neyê. Em ji wan hêvî dikin ku îro eydolojî pîlana duyem e, bila niha eydoljî biba al û xaka Kurdistanê. Bila sîstemekê ji ber berjewendiyên kurd deynin û ji bo vê jî em piştevaniyê didin wan.”
Diyaloga Kurdî – Kurd li Rojavayê Kurdistanê di navbera PYNKê û ENKSê de piştî rawestandina çend mehan careke din dest pê dike, lê heya niha jî wekû piraktîk ti rêkeftin nehatine encam dan, çavê hezkiriyên yekrêziya navmala kurdî jî li mizgîniyeke ji van herdu aliyan e.