Li Sûriyê 18 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Di êrîşên firokeyên Rûsyayê de, li gundewarê Hemayê 18 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşên firokeyên Rûsyayê de, li gundewarê Hemayê 18 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di 24 demjimêrên borî de, firokeyên Rûsyayê li sêkoşeya Hema, Heleb û Reqayê zêdetir 130 lêdanên asmanî li dijî pêgehên DAIŞê pêk anîn.

Li gor zanyariyên Rewangehê, di encama wan lêdanan de, 18 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Ev êrîşa firokeyên Rûsyayê piştî wê yekê tê, di dema dawî de çekdarên DAIŞê gelek caran êrîşî hêzên rêjîma Sûriyê li wê herêmê kirin û gelek leşkerên artêşa Sûriyê û çekdarên mîlîşyayên ser bi wê ve kuştin.