Tê xwastin “mamosteyê Şeqlawe” bi şehîd bê hejmartin

Li bajarokê Şeqlawe mamoste Îbrahîm Sebah Nasir li ser banê dibistanekê dema ala Kurdistanê bilind dikir, elektirîkê ew girt û canê xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Perwerde û Xwendina Bilind li Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, mamoste Îbrahîm ewê di dema bilindkirina ala Kurdistanê de canê xwe ji dest daye, wek şehîd bê hejmartin.

Serokê Komîteya Perwerde û Xwendina Bilind li Parlamentoya Kurdistanê Ebdulselam Dolemerî di daxuyaniyekê de daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, mamoste Îbrahîm ewê di dema bilindkirina ala Kurdistanê de canê xwe ji dest daye, wek şehîd bê hejmartin, ji ber ku di erkekî pîroz de canê xwe ji dest da.

Bi vebûna dibistanan re, îro li bajarokê Şeqlawe yê ser bi Hewlêrê ve mamoste Îbrahîm Sebah Nasir li ser banê dibistanekê dema ala Kurdistanê bilind dikir, elektirîkê ew girt û canê xwe ji dest da.