Li Rojavayê Kurdistanê 10 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 10 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 10 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên nû yên vîrûsa Koronayê belav kir û diyar 10 haletên pêketina bi Koronayê hatine tomarkirin, ji wan 2 kes li Kobaniyê, 1 kes li Girkê Legê, 3 kes li Reqayê, 3 kes li Tebqayê û 1 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, ti haletên canjidestdana bi Koronayê nehatine tomarkirin û 4 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8540 kesan, ji wan 1222 kes baş bûne û 296 kesan jî canê xwe ji dest dane.